Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 22’ê Pûşberê de diderdora saet 11.45’an de li Dersimê li dijî maşîneke polîsan ya li ser riya Dereovayê ku bi ser navçeya Qislê ye ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya ji aliyê gerîla yê me hatiye lidarxistin du polîs ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin. Piştî çalakiyê çûyin û hatina navçeya Qislê ji aliyê Artêşa TC’ê hatiye qedexekirin û bi piştgiriya helîkopterên kobrayan bi daxistinan li dijî herêmê Şehîd Celîl, Navserên Şehîd Şoreş, Zinarên Dogan û herêma Hamîç operasyonek hatiye destpêkirin. Di 23’ê Pûşberê de ji aliyê Artêşa TC’ê operasyon ber bi navçeya Çewlikê Xorxolê hatiye berfireh kirin. Operasyonên li herêmê hîn jî berdewam dike.
2. Di 20’ê Pûşberê de li Dersim li dijî herêmên Kozmerîk, Uzuntarla û Paleyên Gomenîk ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon a ji aliyê Artêşa TC’ê hatiye destpêkirin hîn jî bi rengê kemîn û keşfê berdewam dike.
3. Di 20’ê Pûşberê de li Qersê li dijî herêmên Avasor û Burustê ku li ser navçeya Qaxizmanê ye ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye destpêkirin Operasyona li herêmê di 23’ê Pûşberê de bê encam paş de zîviriye.
4. Di 22’ê Pûşberê de li navçeya Mêrdînê Nisêbinê operasyon a ji aliyê Artêşa TC’ê hatibû destpêkirin hîn jî berdewam dike.
5. Di 22’ê Pûşberê de li Mêrdîn li dijî gundên Cilînê, Girê Şêra û Ewîna ku bi ser navçeya Stewrê ne ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyon a li herêmê hîn jî berdewam dike.
24 Pûşber 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê