HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 16'ê Îlonê de li navbrea Erzingan û navçeya wê Kamahe li derdora herêma Beşîkliyê li dijî îstasyoneke wanaya xeta lûleyên petrolê lê ye ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de di xeta lûleyan de zirara maddî çêbûye.

2. Di 17'ê Îlonê de di navbera saet 17.30-20.00'an de li navbera Dersim û navçeya wê Pulurê li nêzî Pira Vengê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatine rawestandin de nasname hatine kontrokirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.

3. Di 17'ê Îlonê de li navbera Dersimê û navçeya Pulemûrê li dijî herêmên Ûzûntarla, Pagalê û pira Kortanê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

4. Di 17'ê îlonê de di saet 10.00'an de li naveçaya Pulura Dersimê li dijî herêmên Yaylagunu, Şoşveng û Gayretbabayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye ldiarxistin. Operasyona li herêmê hîn jÎ berdewam dike.

5. Di 17'ê Îlonê de di navbera saet 18.30-19.30'an de li Mêrdînê li li herêma Dêvana di navbera navçeyên Midyad û Kerboranê de ye ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di 70 wesayitên hatine rawestandin de nasname hatine kontrokirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Herweha 2 mamoste û 3 karkerên bendavê hatine binçavkirin û ji ber neberdewamkirina karên dikin û li ser xwesteka gel ev 5 kes serbest hatine berdan.

6. Di 17'ê Îlonê de di navbera saet 11.00-12.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî quntarê Gostê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Herweha di heman rojê di tevahiya rojê li dijî herêmên Neqeba Gostê, Neqeba Nîrkola, Navserên Ewliyayê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

Di 17'ê Îlonê de di navbera saet 09.00-18.00'an de li Colemergê li navbera navçeya Gever û Gerdiyayê li herêma Geliyê Doskiyê jia aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatine rawestandin de nasname hatine kontrokirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.

Di 9'ê îlonê de ji aliyê artêşa dagirker a tirk li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî herêma Sênalayê operaysonek hatibû lidarxistin. Di 17'ê Îlonê de di navbera saet 13.00-18.00'an de bi helîkopterên skorskyan li herêmên Geliyê Nehrê, Kerkît, Gundê Bêntor û Girê Sênalayê leşker daxistine û operasyon berfireh kirine. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

18 Îlon 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê