Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 23’yê tebaxê de ji danê sibehî saet 07:00’an pê ve ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Ronek û Zelê ku girêdayî navenda Dersîmê ne operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyon bi piştgiriya daketinên firokeyên kobra didome.
2. Li zozanên girêdayî gundê Hopîk ku girêdayî navçeya Kemaha Erzînganê ye yekîneyeke kontra ku kincên gerîlayan li xwe dikin bi zextan li ser navê alîkarîgirtinê alavên bi nirx ên gundiyan desteser dikin. Ev pêkanîn ji hêla derdorên provakatîf ên di nava sîstama TC’ê ku naxwazin pirsgirêka kurd çareser bibe. Ji ber vê yekê pêwîst e ku gelê me li hember van derdoran hişyar be.
3. Di 17’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê li hember gundê Hopîkê û bejahiya wê ku girêdayî navçeya Kemaha Erzinganê ye operasyonek hatiye li dar xistin û di 18’ê tebaxê de jî bi paş ve vekişiyaye.
23 Tebax 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê