HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

1. Di 23’yê tebaxê de ji danê sibehî saet 07:00’an pê ve ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Ronek û Zelê ku girêdayî navenda Dersîmê ne operasyonek hatiye li dar xistinê. Artêşa TC’ê heman şevê hêzên xwe ji qadan vekişandiye û ji bona li qadê xebatên keşifkirinê û kemînavêtinan bikin tîmên biçûk li qadê hiştine.

 

2. Di 23’yê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qadên Girê Angola, Girê Ferhad û Kanîsarkê ku girêdayî Zapê ne êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin.

3. Di 21’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qadên Girê Çeko û Şehîd Zekî ku girêdayî Zapê ne êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin û di encama van êrîşan de şewatekeke ku hê jî didome derketiye.

4. Di 20’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Çakmak û Mergemîrê ku li sînorê Agirî û Erziromê ne operasyonek hatiye destpêkirinê û heman rojê jî bi paş ve vekişiyaye.

24 Tebax 2009

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê