HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

1. Di 9’ê îlonê de ji qereqolên Akirê û Sirtkan ên eydî Artêşa TC’ê, li hember qada Girê Nêrgisê girêdayî navçeya Hozada Dêrsimê ne êrîşeke bi hawan û obûs hatiye li dar xistin. Piştî êrîşê li qada şewat derketiye û piştre bixwe tefiyaye.

2. Di 10’ê îlonê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qadên Ovacik, Tatûşaxi û Kutudereyê ku girêdayî navçeya Pûlûmira Dêrsimê ne operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyona navborî hê jî didome.

11 Îlon 2009

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê