HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

1. Di 11’ê îlonê bi şev saet di navbera 23:00-00:00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qada Xapûşkê ku girêdayî Şemzînanê ne êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin. Piştî êrîşa hawan û obûsan, bi firokeyên kobra qada hatiye bombebarankirinê.

2. Di 11’ê îlonê de bi şev saet li derdora 23:00’yan de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qada Govendê ku bi ser navçeya Şemzînana Colemêrgê girêdayiye êrîşeke bi hawan û obsan hatiye li dar xistin. Êrîşên navborî hê jî didomin.

3. Di 11’ê îlonê de bi şev saet li derdora 22:00’yan de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qada Bêzelê ku girêdayî Şemzînê ye operasyoneke ku hê jî didome hatiye li dar xistin.

4. Di 11’ê îlonê de ji qereqola Bêzelê ku li Şemzînanê ye, gundên Herkê û Bêzelê û derdora van gundan bi hawan û obûsan hatiye lêdan.

5. Di 11’ê îlonê de ji hêla firokeyên kobra yên Artêşa TC’ê ve girê Sîvrî û derdora wê ku girêdayî Şemzînanê ye hatiye bombebarankirinê.

6. Di 8’ê îlonê de operasyona Artêşa TC’ê ku li hember qadên Gûza Reş, Deriyê Rebenê û Deşta Xanê ku girêdayî Geliyê Zapa Zagrosê ne hatibû destpêkirinê, her diçe berfireh dibe.

12 Îlon 2009

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê