HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 27’ê gulanê de saet di navbera 05:00-07:00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qadên Korsan û Ermeve ku girêdayî Şemzînana Colemêrgê ne êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin


2. Duh ji saetên êvarî hetanî danê sibehî, Artêşa TC’ê girên Partîzan û Hêliz û qada Alanişê ku girêdayî Heftanînê ne daye ber hawan û obûsan.

3. Duh bi şev hetanî danê sibehî, Artêşa TC’ê girê Şivan û derdora girê Serbend ku girêdayî Heftanîna bi ser Qadên Parastina Medyayê ye, bi çekên giran û bi topan êrîş li dar xistiye.

4. Di 26’ê gulanê de saet di 02:00’yan hetanî 27’ê gulanê saet 06:00’an, Artêşa TC’ê li hember girên Derarê û Azad ku bi ser Heftanînê ve girêdayî êrîşeke bi hawan û obûsan lidarxistiye. Wekî din çar firokeyên kobra jî heman qadan gulebaran kirine.

5. Di 26’ê gulanê de saet di navbera 17:00-19:00’an de li Qadên Parastina Medya li hember qadên Şehîd Cîhad, Şehîd Newal, Şehîd Bîlal û girê Şehîd Zekî, Kelat Ertûş û Geliyê Kinyanişê, Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.

6. Di 26’ê gulanê de saet ji 20:00’an hetanî 27’ê gulanê danê sibehî, Artêşa TC’ê li Qadên Parastina Medya li hember girê Cehenemê û Kovî, hevrazên Xeregolê û gundên Serme û Spîndarê ku girêdayî Zapê ne êrîşeke bi hawan û obûsan lidarxistiye.

7. Di 25’ê gulanê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember bejahiya Çakirkaya ku bi ser navçeya Pûlûmira Dêrsimê ye operasyonek hatiye lidarxistin. Di 26’ê gulanê de saet li derdora 01:00’ê de di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên dijmin de şerek qewimiye û di vî şerî de mirî û birîndarên dijmin çêbûne, bes mirî û birîndarên dijmin nehatine zelalkirinê. Di şer de piştî ku dijmin lêdan dixwe, leşkerên ku tevlî operasyonê bûne, bi firokeyên skorsky ji qada şer hatine derxistin. Operasyona navborî hê jî didome.

27 Gulan 2010

Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG