HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 4’ê Mijdarê de ji saet 20.00’an heta 5’ê Mijdarê saet 02.00’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî derdora Gundê Heftenîn û Keşanê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

 

2. Di 4’ê Mijdarê de di saet 19.30’an de li navçeya Dihê ya bi ser Sêrtê li nêzî gundê Dêrvatê di encama kemîna bêbext a artêşa dagirker a tirk de hevalekî me gihîştiye şahadetê. Piştî kemînê ji aliyê artêşa dagirker li dijî herêmê operasyonek hatiye lidarxistin. Herweha 8 sîvîl jî hatiye binçavkirin.

Zana - Kemal Muhammedi

Nasnav: Zana Kewê
Nav û Paşnav:  Kemal Muhammedi
Sal û cihê jidayikbûnê: 1990 / Mahabat
Navê dayik û bav: Ayşe - Beyazit
Sal û dîroka tevlêbûnê: 2006 / Mahabat
Dîrok û cihê şahadetê: 4 Mijdar 2011 / Dih, Sêrt

3.Di 6’ê Mijdarê de di navbera saet 18.00-21.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medya yê li dijî Girê Koordîne, Neqeba Telefonê, Quntarên Karker û Hecibeg a bi ser Xakurkê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

4. Di 6’ê Mijdarê de di navbera saet 19.00-24.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Şehîd Rênas, Şehîd Mervan, Dola Bêtalma, Gundên Heftenîn û Keşanê û Girê Nêriya ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

5. Ji 4’ê Mijdarê û vir ve bi navber li Herêmên Parastinê yên Meydayê li dijî Çiyareş, Girê Marya û Geliyê Zapê ku bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi navber bi obus û tankan tê bombekirin.

7 Mijdar 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê