HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 4’ê Mijdarê de di saet 18.15’an de li navçeya Sêrtê Dihê li nêzî gundê Bokanê di navbera gerîla yê me leşkerê dijmin de pevçûnek qewimiye. Di heman rojê di saet 20.30’an de pevçûneke din di navbera gerîla yê me û leşkerê dijmin de qewimiye. Di encama van her du pevçûnan de leşkerek ji aliyê gerîla yê me hate kuştin, leşkerek û cerdewanek jî birîndar bûye.

Di van pevçûnan de hevalê me Sipan Amara – Güven Öcalan bi lehengî şer kiriye û tevlî nava refê pakrewanan bûye.

Nasnameya hevalê me yê şehîd ketiye;

Sipan - Güven Öcalan

Nasnav: Sîpan Amara
Nav û Paşnav: Guven Ocalan
Sal û cîhê jidayikbûnê: 1983 / Xelfetî, Riha
Navê dayik û bav: Sal - Mustafa
Sal û cihê jidayikbûnê: 2004 / Elmanya
Dîrok û cihê şahadetê: 4 Mijdar 2011 / Dih, Sêrt

2. Di 5’ê Mijdarê de di saet 12.30’an de li navçeya Colemergê Çelê li dijî qereqola Şikêr ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek ji aliyê gerîla yê me hate kuştin.

3. Dİ 5’ê Mijdarê de di saet 13.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medya yê li dijî herêma Çiyareş a bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

6 Mijdar 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê