HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de, li dijî artêşa TC a dagirker ku axa Başûrê Kurdistanê dagir kiriye çalakî li dar xistin:

28'ê Nîsanê saet 12:45'an, hêzên me li çeperên artêşa TC a dagirker ên li Tepê Şundirê yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê dan. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehat tespîtkirin.

29'ê Nîsanê saet 13'an, hêzên me li dijî dagirkerên li ser girê Lêlîkanê çalakî kirin. Di vê çalakiyê de derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar zelal nebû.

Heman rojê saet 16:15'an, hêzên me li dijî hêzên li ser girê Lêlîkanê çalakî kirin. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

30'ê Nîsanê, hêzên me yekîneyeke dijmin a li nêzî girê Bayrak ê li herêma Barzanê tevdigeriya şopandin. Piştî demekê, saet 04:20'î li vê yekîneyê dan. Ji cihekî nêz ve derb li yekîneya dijmin hatin xistin û 3 leşkerên dijmin hatin kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêtin herêmê.

2. Di daxuyaniya xwe ya 28'ê Nîsanê de me ragihandibûn ku 26'ê Nîsanê saet 13'an li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker a li mintiqeya Tepê Sor ê ser bi tabûra Deştanê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakî hatiye kirin. Di vê çalakiyê de li gorî agahiyên hatin bidestxistin 3 leşkerên dijmin hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.

3. 14'ê Nîsanê hêzên me yên gerîla li dijî Qereqola Serêkanî ya li navçeya Bazîdê ya Agiriyê çalakiyeke berfireh kiribûn û di encamê de 20 leşkerên dijmin hatibûn kuştin. Di vê çalakiyê de hevalê me Yilmaz bi lehengî şer kir û şehîd bû. Piştî çalakiyê, di dma operasyonê de roja 15'ê Nîsanê jî di navbera hêzên me yên gerîla û hêzên dijmin de şer derket û hevalê me Cîhan şehîd bû. Hevalê me Xemgîn (Mazlûm Acar) dîl kete destê dijmin. Medya dewleta Tirk bi rêbazên şerê taybet hewl da ji raya giştî re ragihîne ku li Eyaleta Serhedê gelek windahiyên gerîla hene. Hêzên dagirker û medya şerê taybet ji bo serketina mezin a çalakiyên hêzên me binixumînin, hewl didin bi nûçeyên derewîn gel bixapînin. Divê gelê me ji nûçeyên derewîn ên şerê taybet ên dijmin bawer neke.

Hevalên me yên şehîd bûn:

Nasnav: Yilmaz Piling

Nav paşnav: Mehmet Ozgun

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Mehdiye-Mûrat

Dem û cihê şehadetê: 14'ê Nîsana 2018 / Agirî

 

Yılmaz – Mehmet Özgün

Nasnav: Cîhan Zîlan

Nav paşnav: Taner Aydemîr

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Nerîman-Selahattîn

Dem û cihê şehadetê: 15'ê Nîsana 2018 / Agirî

 

Cihan – Taner Aydemir

Hevale me Yilmaz Piling li Amedê ji dayik bû û li nava kevneşopiya welatparêziyê mezin bû. Mîna bi hezaran ciwanên Kurd li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dijmin berê xwe da têkoşîna azadiyê û di emrê xwe yê ciwantî de bû şervanekî azadiyê li serê çiyayên Kurdistanê. Ji roja ku dest bi gerîlatiyê kir, bi kesayetiya xwe ya dilnizm û kedkar, bi sekna xwe ya fedakar bû yek ji hevalên mînak. Li Eyaleta Serhedê, bi rola ku di Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de rabû, bû yek ji hevalên leheng ku cihê xwe di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de girt.

Hevalê me Cîhan Zîlan li Mûşê ji dayik bû, rastiya dijmin, polîtîkayên qirkirinê, zext û zordariya ku dewleta TC a faşîst li ser gelê Kurd ferz dike ji nêz ve dît. Hevalê me Cîhan ku di nava nirxên pak ên Kurdîtiyê de mezin bû, li dijî êrîşên dijmin ên li ser gelê me di emrê ciwantî de tevlî nava refên gerîla bû. Ji bo hola her mirov û hevalên me yên şehîd bûne hilîne, bi daxwazeke mezin têkoşiya. Bû yek ji wan hevalan ku li Eyaleta Serhedê derb li dijmin xist.

Em ji malbatên hêja yên her du hevrêyên me yên şehîd bûne û tevahiya gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em careke din soz didin ku heta azadiya gelê xwe em ê têbikoşin.

 

30’ê Nîsanê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê