HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de hêzên me 30'ê Nîsanê saet 08:20'î li dijî leşkerên artêşa TC a dagirker ên li ser girê Bayrakê yê li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

 2. 4'ê Adarê, artêşa TC a dagirker li Geliyê Marînos ê Colemêrgê dest bi operasyoneke berfireh kiribû. Artêşa TC a dagirker di dema operasyonê de li mintiqeyê Tepê Gundê Durê, Tepê Gundê Geliyê Marînos û Tepê Kutusê bi cih bûbû.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de roja 16'ê Nîsanê li Geliyê Marînosê li 4 wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî yên artêşa TC a dagirker xistin. Derbên xurt li hemû wesayitên zirxî hatin xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê neçar man xwe ji herêmê vekişînin.

3. 18'ê Nîsanê, artêşa TC a dagirker li qada Kato Marînos a li navçeya Elkê ya Şirnexê dest bi operasyonê kir. Ev operasyon 23'ê Nîsanê bi rengekî bê encam qediya.

19'ê Nîsanê, hêzên dagirker li qadên Melixa û Çelêcengê yên herêma Faraşîn a navçeya Elkê dest bi operasyonê kirin. Operasyon 21'ê Nîsanê bi rengekî bê encam qediya.

 

1’ê Gulanê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê