ji çaemenî û raya giştî re!
Tevgera gel a li Lice û derdora wê, li dijî çêkirina bendavên bi armancên leşkerî, qereqol û qeleqolan ji aliyê dewlata Tirk ve ku vana pêvajoya çareseriyê dixe xeteriyê û mercên agirbestê binpê dike, destpê kir mezin dibe. Ti pêwendiya hêzên me yên gerîla bi vê tevgera gel re nîne. Mîna her carê, ev serhildana gelê me yê Liceyê bi temamî tevgereke gel a sivîl û siyasî ye.
Lê belê hin derdorên ji hêzên ewlekariyê yên Tirk, di nava hewldanên provokatîf-sorkirinê de ne. Îddîayên 'bi çekan gule hatiye reşandin' agahiyên ne rast li çapemeniyê hatine belavkirin. Li gel vê yekê, bi zanebûn li herêmên ku texmîn kirine hêzên me yên gerîla lê bicih in, gule reşandine.
Diyare ku li ser vê bingehê karên sorkirin û tehrîkê yên hêzên ewlekariyê yên Tirk hene. Tê fêmkirin ku li dû lîstikên xetere ne. Bi belavkirina dereweke weke 'gule hat reşandin' re, bi awayekî yekalî gule li girseya gel reşandine û herêmên ku texmîn kirine hêzên me yên gerîla lê ye û gelekî dûrî cihê bûyerê ne hatine gulereşandin. Ev yek nîşan dide, ku li dû lîstikeke qirêj in. Diyare ku ev hemû, ji bo tepisandina tevgera gel hincet tê afirandin û aşkera ye ku di nava planên xetere û qirêj de ne.
Ev agahîyên taybet yên em gehitinê ji bo gelê xwe û raya giştî re radighînin.
6 Hezîran 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê