ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 4’ê Hezîranê de navbera saet 09.30 û 13.00’an de û dîsan heman rojê navbera saet 20.00 û 22.00’an de balefirên bê mirov yên artêşa Tirk a dagirker ji Herêmên Parastinê yên Medya, li ser herêma Metîne gerên keşifê pêkanîne.
2. Di roja 5’ê Hezîranê navbera saet 09.00 û 12.30’an de balefirên bê mirov yên artêşa Tirk a dagirker ji Herêmên Parastinê yên Medya, li ser herêma Zapê re gerên keşifê pêkanîne. Weke din di roja 4’ê Hezîranê de li derdora qaraqolên Girê û Şker yên li ser xeta sînor a navbera Herêmên me yên Parastina Medya û navçeya Çelê ya Colemêrgê de ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi topên hewan û obusan topbaran pêkanîne. Topbaran hîna jî didome.
6 Hezîran 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê