ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 6’ê Gulanê de artêşa dagirker a Tirk li gundên navçeya Mêrdînê Stewrêyê, yên binavê Avîna, Civirê, Dengiza, Girê Şira û Evtê operesyonek pêkanîn. Di 7’ê Gulanê de operesyon bi qismî paşde hatiye kişan, lê belê li herêmê hîn jî tevgerek ya leşkerî heye. Di heman demê de operesyonên Artêşa Tirk a dagirker ji 2’ê Gulanê ve li derdora qereqolên Amutka û Karagedîk yên bi ser navçeya Dêrsimê Xozatê, ve ne jî berdewame.
2. Li hemberî qereqola Kuşluca ya li Dêrsimê ku hîna çêkirina wê berdewame, hêzên me berê jî çalakiyên bi armanca hişyariyê, pêkanîbûn. Li hemberî hêzên leşkerî yên ku ev hişyarî berçav negirtîn û çêkirina qereqolan berdewamkirîn, hêzên me di 7’ê Gulanê de çalakiyek din ya hişyariyê li darxistin. Di çarçoveya vê hişyariyê de wesayîta amûr vediguhestin qereqolê, di demjimêr 16:30’an de hatiye îmhakirin. Piştî çalakiyê li vê herêmê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve operesyon hat destpêkirin.
3. Di 7’ê Gulanê de artêşa dagirker a Tirk komek 50 kes ya leşkeran li gundê Gelîşîm yê Şemzînanê hatiye bi cîhkirin. Di 8’ê Gulanê demjimêr 19:00’an de ji qereqola Oremarê ya bi ser navçeya Colemêrg Geverê ve, ji aliyê leşkeran ve girê Şehît Rahîme yê li ser sînor bi çekên giran û topên obus û hewanan hat bombebarankirin. Li hemberî vê êrîşê hêzên me yên gêrîla jî bersiv dan van êrîşan.
9 Gulan 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê