HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 25'ê Hezîranê saet 12:30'î li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî dagirkerên li ser girê Merganişê çalakiyek kirin.

Derbên giran li çeperên leşkerên Tirk hatine xistin û di encamê de çeperek hatiye rûxandin û 5 leşker hatine kuştin.

Di Çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal û Şehîdên Bestayê de hêzên me yên YJA Starê êvara 21'ê Hezîranê saet 22'an, li navçeya Saray a Wanê li nêzî gundê Panemêrê li wesayitekê xistin ku personelên îstîxbaratê û çawişên pispor tê de bûn. Ji nêz ve derb li wesayitê hate xistin û di encamê de çarçoveya hatin kuştin, yek jî birîndar bû.

 

26’ê Hezîranê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê