HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 25'ê Hezîranê saet 19:45'an li dijî yekîneyeke artêşa Tirk a li ser girê Şehîd Hozan ê li navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniyê, ji 2 baskan ve derbên xurt li çeperên leşkeran hatin xistin û di encamê de 8 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.

2. Navendê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de, hêzên gerîla 26'ê Hezîranê li helîkoptereke bi tîpa Skorsky dane ku ji Sêrtê ber bi navçeya Şax a Wanê difiriya. Derb li helîkopterê hate xistin û helîkopter neçar maye ji herêmê biçe.

3. Gerîlayên me yên YJA Starê 25'ê Hezîranê saet 11:45'an li yekîneyeke artêşa Tirk a li ser girekî navbera herêmên Şêx Cûma û Katilê yên Bedlîsê dane. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin, 2 jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi desteka helîkopterên Kobra leşkerên xwe bi helîkopterên Skorsky danî herêmê û dest bi operasyonê kir. Artêşa TC a dagirker ku bombe li herêmê barand, heman rojê danê êvarê vekişiya.

4. Balafirên şer ên artêşa Tirk roja 26'ê Hezîranê saet 13:30'î bombe li qada Şehîd Xeyrî ya herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandine.

 

27’ê Hezîranê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê