Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 2 Îlonê de di saet 09.30’an de li Herêmên Parastina Medya li Girê Casusê ya li herêma Kotamanê ye ku bi ser Qendîlê ye ji aliyê Artêşa Îranê êrîşek hatiye destpêkirin. Êrîşa ji sê milan hatiye destpêkirin ji aliyê gerîla yên HPG û HRK hatiye rawestandin, lê Artêşa Îranê sê caran hewldaye cardin êrîş bike lê tu encam negirtiye. Di heman rojê di saet 23.00’an de bêencam paş de zîviriye, piştre bi havan, obus, katyûşa û bi tankan herêm hatie bombebarankirin.
Li dijî gireke leşkerên îranê le kom bîbû, ji aliyê gerîlayan çalakiyek hatiye lidarxistin.
Di 3’ê Îlonê de ji saet ên sibê ve herêm bi dijwarî hatiye bombebarankirin, piştre hewldan êrîşeke lidarbixin. Di saetên nîvro de asta pevçûnan kêm bûye, ber bi êvarî cardin êrîş zêde bûye. Di 3’ê Îlonê de di saet 23.00’an de Artêşa Îranê cardin xwestiye êrîş bike lê ji aliyê gerîla yên me bi paş ve hatine pijiqandin. Di tevahiya şevê de Girê Casûs, Dola Kokê, Paleyên Çekîç bi havan û obusan hatiye bombebarankirin. Êrîşên Artêşa Îranê yên heta 4’ê îlonê berdewam kirî de ji aliyê gerîla yên HPG û HRK’ê paş de hatiye xistin.
Di encama pevçûnên di sê rojan de qewimiye, di çalakiyên ji aliyên gerîla yên HPG û HRK’ê hatiye lidarxistin de 76 leşker û cerdewanên dijmin hatiye kuştin, berpirsyarê îstîxbarata leşkerî yên Serdeştê jî di nav de gelek leşker û cerdewan birîndar bûye. Di tevahiya pevçûnan de 6 maşînên dijmin û tankek ji aliyê gerîlayan hatiye rûxandin. Di encama bomberana Îranê de gelek cîhên sivîl , zevî û bexçê wan texrîb bûye û herweha şewata li Meredo, Zewkê û Alîreşê hîn jî berdewam dike.
2. Di 3’ê Îlonê de 20.00-22.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Girê Xwedê, Dola Zêtê û Girê Ronahî ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
4 Îlon 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê