HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çaepemenî û raya giştî re!

1. Di 21’ê Cotmehê de di navbera saet 04.00-06.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Şehîd Berîtan a bi ser Xakurkê ve ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.

 

2. Ji 20’ê Cotmehê û vir ve li Herêmên Parastina Medya li dijî Şîva Mêzê, Şeşdara, Geliyê Pisaxa, Şehîd Berîvan, Şehîd Rênas, Kato Sûlê û Geliyê Kuliya ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û topan tê topbarankirin.

3. Di 20’ê Cotmehê de di navbera saet 06.00-08.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Dola Sûlê û Dola Kuliya ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

4. Di 21’ê Cotmehê de di navbera saet 01.00-02.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî sêgoşeya Avaşîn û Ava Basya, Dola Notê, Gundê Sîtê û Kaniya Ga ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.

5. Di 20’ê Cotmehê de di saet 18.00’an de li navçeya Çelê ya bi ser Colemergê li dijî Girê Hênê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi daxistinan hêzê xwe veguheztiye. Di heman rojê de di saet 17.00’an de li dijî hêzê vi girî ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

6. Di 20’ê Cotmehê de di saetên bi roj de li navçeya Çelê ya bi ser Colemergê li dijî Girê Hênê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi 4 helîkopterên kobrayan hatiye bombebarankirin. Di encama bersivdayina gerîla yê me helîkoptereke kobra derbe xwariye û naçar maye ji herêmê dûr bikeve.

7. Di 21’ê Cotmehê ji saet 09.00’an û vir ve li dijî Herêmên parastian Medya li dijî Gundê Erdewê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tê topbarankirin. Herweha ji 19’ê Cotmehê û vir ve li dijî herêma Zagrosê bi navber ji aliyê artêşa dagirker a tirk êrîşên hewayî tê lidarxistin.

8. Ji 19’ê Cotmehê û vir ve li Herêmên Parastina Medya li dijî Ertûş, Garêya biçûk, Dola Xusro, Şehîd Newal, Cîloyê biçûk û Şehîd Colemerg ku bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşên hewayî tê lidarxistin. Di heman dem ê de li dijî heman herêma û Çiyareş bi hewan û obusan tê topbarankirin.

9. Di 20’ê Cotmehê de di saet 07.30’an de di navbera Mûşê û navçeya Norşînê ya bi ser Bedlêsê li dijî konwoyeke ji 3 wesayita pêk tê ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de wesayiteke dag geyîgi ji aliyê gerîla yê me ve hatiye rûxandin her weha 5 leşkerê dijmin jî hatiye hingaftin. Piştî çalakiyê ketin û derketina herêmê ji aliyê artêşa dagirker ve hatiye qedexekirin û cenazeyên leşkeran jî ji aliyê gel ve hatiye rakirin. Piştî çalakiya ji aliyê gerîla yê me ve hatiye lidarxistinji aliyê artêşa dagirker a tirk ve li dijî herêmên Xivyon û Kotnî operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

10. Di 19’ê Cotmehê de di saet 20.30’an de li navçeya Hawêl bi ser Sêrtê ve di navbera qereqol û seyrangeha şaredariyê de li dijî wesayiteke dag geyîgî ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de wesayît nema tê bikaranîn herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

11. Ev demeke li Dersimê li dijî herêmên Gomemîş, Kortan, Vankok û pira Vankokê ji aliyê artêşa dagirker a tir bi yekîneyên veşartî kemîn tê avêtin. Kemînên li herêmê hîn jî berdewam dike.

12. Di 18’ê Cotmehê de di saet 15.00’an de di navbera navçeyên Mêrdînê, Mahsertê û Rişmilê de li dijî maşîneke bi zirx ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistn. Di encama çalakiyê de wesayiteke bi zirx hatiye derbekirin. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

13. Ji 17’ê Cotmehê û vir ve li navçeya Mêrdînê Nisêbînê li dijî Gundên Bazitnê, Şabaniyê û Herêma Kanlaê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi yekîneyên veşartî kemîn ten avêtin. Kemînên li herêmê hîn jî berdewam dike.

14. Di 18’ê Cotmehê de li Şirnexê li dijî Girê Komando, Girê Şehîd Ozgur, Navserên TRT û Kela Şêx Abdurrahman ku bi ser Gabarê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi yekîneyên veşartî operasyonek hatiye destpêkirin. Di 18’ê Cotmehê de di saet 07.30’an de di navbera leşkerên dijmin ên derketiye operasyonê û gerîla yê me de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî pevçûnê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî tevahiya Gabarê bi hewan û obusan hatiye topbarankirin. Herweha di heman rojê de di saet 15.00’an de li dijî Karnê, Başrep û Gelî ku bi ser Gabarê ne ji aliyê helîkopterên kobrayan hatiye bombebarankirin.

21 Cotmeh 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê