Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 21’ê Cotmehê de di navbera saet 17.00-19.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Şehîd Berîtan, Neqeba Telefonê û Şehîd Kurtay ku bi ser Xakurkê ne ji aliyê artêşa dagirker bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.
2. Di 21’ê Cotmehê de di navbera saet 12.00-18.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Dola Hesaba, Gundê Hesaba, tevahiya Avaşîn û Ava Basyai Neqeba Qertel, Dola Mara û Dola Notê ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Herweha bi balefirên keşfê jî li ser herêmê digerin û nepox tê avêtin.
3. Ji 20’ê Cotmehê û vir ve li Herêmên Parastina Medya li dijî tevahiya Zagrosê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tê topbarankirin.
4. Di 21’ê Cotmehê de di navbera saet 09.00-11.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Ertûş, Dola Kinyaniş, Gundê Petrut ku bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
5. Di 21’ê Cotmehê de ji saetên êvarî heta sehara 22’ê Cotmehê li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Çiyareş a bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û topan hatiye topbarankirin.
6. Di 22’ê Cotmehê di navbera saet 06.00-07.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundê Bedê ya bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşêke hewayî hatiye lidarxistin.
22 Cotmeh 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê