Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 22’ê Tebaxê de di navbera saet 19.00-20.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Hirorê û Zozanên Serero ku bi ser Heftenîn’ê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
2. Ji 21’ê Tebaxê heta 22’ê Tebaxê bi navber li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Hakî Karer, Şemkê û Gundê Te ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama topbaranê de şewata li herêmê destkiribû hîn jî berdewam dike.
3. Di 22’ê Tebaxê de di navbera saet 16.00-17.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Cîlo yê biçûk ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
4. Di 22’ê Tebaxê de ji saetên serê sibê heta saetên êvarî li Herêmên Parastina Medya li dijî girên Çiyareş û Marîna ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
23 Tebax 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG