HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 18'ê Gulanê saet navbera 18.00 û 18.30 de, artêşa Tirk a dagirker bi top û obusan êrişî girê "Şehîd Rehîme" yê li herêma Zagrosê ya bi Ser heremên Parastinê yên Medyayê kiriye. Gerîlayên me jî bi heman rengî bersiv dane êrişê.

2. Di roja 17'ê Gulanê jî saet di navbera 19.00 û 20.00 de artêşa Tirk a dagirker li hemberî qada Xapuşke ya Çiyayê Govendê ya li herêma Zagrosê ya bi Ser heremên Parastinê yên Medyayê ve ye bi top û obusan êriş hatine kirin.

3. Di 17'ê Gulanê de saet di 11.30 'an de 2 helîkopterên kobra yên artêşa Tirk a dagirker ên ji navçeya Şirnex Qilabanê dihatin, xwestin ji herêma Şehîd Kendal sînor derbas bikin û derbasî geliyê Kûranîş bibe. Li ser bersivdayîna gerîlayên me, helîkopterên kobra neçar mane xwe vekişînin.

19 Gulan 2013

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê