HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û raya giştî re!

Gêrîlayê Me Servet Dûrsûn (Dengtav) ku di şerekî li herêma Zapê yê sala 2012'an de birîndar bû, li gel hemû hewldanan di 13'ê Gulanê de tevlê karwanê nemiran bu.

Nasnama Rêhvalê Şehîd:

Nasnav: Dengtav Loran
Nav û paşnav: Servet Dûrsûn
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dayik û bav: Delila - Hüseyin
Dîrok û cihê şahadetê: 13 Gulan 2013 Herêmê parastinê yên Medya

Dengtav Loran - Servet Dûrsûn

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê jî der heqê Heval Dengtav de weha got:

Sala 2012'an, di encama berdêlên giran ên hêzên me yên gêrîla de, bûye saleke serketinên girîng hatine bidest xistin. Hêzên me yên vê têkoşîna bi heybet li her qadê mezin dikin, di sala 2013'an de bi ferman û perspektîfeke nû ya Rêber Apo re, gavek nû avêtiye."

Di sala 2012'an de şerê me yê şoreşger mîna li gelek deveran li eyaleta me ya Zapê jî bi têkoşîneke mezin hatiye dayîn. Di şerekî li vê herêmê de hevalê me Dengtav birîndar bû û li gel hemû hewldanên dermankirinê, di 15'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî karwanê şehîdan bûye.

Hevalê Dengtav ê ji navçeya Şirnex Elkê, li cihekî ku nirxên mezin daye têkoşîna me, mezin bû. Hevalê Dengtav, têgihiştina xwe ya azadiyê ji hevalên xwe yên gêrîla girt û bi sek û tevlêbûna xwe her tim bûye xwedî meşeke biryardar û kedeke bêhempa daye. Şehadeta hevalê Dengtav wê bibe meşa me ya biryardar a ji bo avakirina jiyana azad û rizgariya demokratîk.

19 Gulan 2013

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê