HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Dİ 17’ê Mijdarê de di navbera saet 09.00-10.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Dirê, Girê Qertel, Dola Çinara, Quntarê Mamreşo û xeta Ava Basya ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

 

2. Dİ 17’ê Mijdarê de di navbera saet 09.00-13.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Şikefta Brîndara, Girê Xeregol, Karker, Şehîd Sefkan û Mahîr Mîrzo, Sêgoşeya Mirganiş, Gundên Bezelê, Horê, Zêrê, Zêvê û Bîmê ku bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di heman demê de bi bombeyên mîsketan jî hatiye bombekirin. Di dema êrîşan de gerîla yê me jî bi balefirkujan bersiv dane êrîşên dijmin. Di heman rojê de him bi roj hîm jî bi şev li dijî Girên Angola, Çiyareş û Şehîd Ferhat, Gundê Nêrveh, Ditaza û Fila ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.

3. Ji 18’ê Cotmehê û vir ve piştî çalakiya ji aliyê gerîla yê me li navçeya Colemergê Çelê lidarxistibû û vir ve artêşa dagirker a tirk bêser û ber bi navberên kurt li derdora xwe êrîşên hewan û obusan lidardixin.

18 Mijdar 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê