Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 17’ê Mijdarê de ji saet 09.00’an de li dijî Şikefta Brîndara, Quntarê başûr û bakurê wê, Xeregol, Şehîd Sefkan, Sêgoşeya Mirganiş, Gir û rêzegirê Karker, Çiyareş, Gundên Horê, Zêrê, Zêvê û Reşmê ku bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
Di heman demê de gerîla yê me bi balefirkujan bersiv dane êrîşên balefirân. Cardin li dijî herêma Ertûşê ji aliyê artêşa dagirker bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
17 Mijdar 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê