HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 24'ê Avrêlê de di navbera saet 22.00-23.00'an de li Herêmên Parastina Medyayê li dijî gundê Sûredê, quntarên Kortek û girê Şehîd Rustem ê bi ser Qendîlêye ji aliyê artêşa dagiker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

 

2. Di 24'ê Avrêlê de di navbera saet 22.20-23.20'an de li Herêmên Parastina Medyayê li dijî herêma Golka ya bi ser Metînaye ve ji aliyê artêşa dagiker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

3. Di 24'ê Avrêlê de di navbera saet 22.30-23.30'an de li Herêmên Parastina Medyayê li dijî herêma Bermizê û Girê Sîro yên bi ser Xakurkêye ji aliyê artêşa dagiker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

4. Di 24'ê Avrêlê de ji saet 05.00'an û şûn ve li navçeya Çelêya Colemergê Girê Guvenlikê yê li ser sînore artêşa dagirker a tirk xwestiye bigire. Bi vê armancê li dijî Neqeba Bilîcanê, Zozanên Talisa û herêma Şehîd Karwan operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di saet 14.00'an de dema derbasbûna karwaneke leşkerî ya ji du tank û maşînên din pêk tê û li dijî baskeke din du çalakî hatiye lidarxistin. Di encama her du çalakiyan de wesayiteke reo şewitiye, lê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyan li dijî herêma çalakiyan ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Heta danê êvarî jî li hin cîhan pevçûn berdewam kiriye. Di saet 19.00'an de jî ji aliyê helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin. Artêşa dagirker a tirk ji ber rastî berxwedana gerîlayê me hatiye naçar maye bê ku girê Guvenlikê bigire paş de vekişiyaye.

5. Ev demek li Şirnex gundên li derdora wê yekîneyeke kontra ku ji 30 kesî pêk tê û di nav de jin jî hene cil û bergên gerîlayê me li ber xwe kirine û li ser navê gerîlayê me ji gelê me pere û erzaq berhev dikin. Divê gelê me li dijî van yekîneyan bi hişyarî tevbigerin.

6. Di 24'ê Avrêlê de li navçeya Colemergê Şemzînanê di navbera Gundên Girana û Rîzê şantiyeyeke ji bo avakirina qereqol û çêkirina riyên wan de kar dike ji aliyê gerîlayê me ve beriya niha hatibû hişyarkirin. Ji bo hişyariyeke dawî wesayiteke şantiyê ji aliyê gerîlayê me ve di saet 06.00'an de hatiye şewitandin. Piştî çalakiyê li dijî herêmê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

7. Di 23.00'ê Avrêlê de di navbera saet 10.00-11.00'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî leşkerên dijmin ên li ser girê Çetan ê li ser sînore ji aliyê gerîlayê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek ji aliyê gerîlayê me ve hatiye kuştin 2 leşker jî birîndar bûye.

25 Avrêl 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê