Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 15’ê îlonê de di saet 07.20’ande di navbera navçeya Colemergê Şemzînanê û girêdayî Şemzînanê qereqola Girana yê li dijî konvoyeke leşkerî ya girêdayî Artêşa TC’ê di dema derbasbûnê de li dijî maşîneke akrep ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin.
Di encama çalakiyê ku ji bo bîranîna gerîla yê me yê li Colemergê şehîd ketibû bi armanca tolhildanê hate lidarxistin, kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê li dijî 6 leşkerê Artêşa TC’ê ku hatibûn ser cenazeyan ji aliyê gerîla yê me çalakiyeke din hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê Artêşa TC’ê kuştî û birîndarê xwe bi dizî biriye qereqola Rûbarokê. Ji vir jî bi 3 helîkopterên skorsky 3 caran kuştî û birîndarê xwe rakirine. Piştî çalakiyê li dijî herêma çalakiyê ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin, herweha li herêmê operasyonek jî hatiye destpêkirin. Bi destpêkirina operasyonê Artêşa TC’ê riya di navbera qereqola Girana û Rûbarokê ji çûyin û hatinê bi qasî 7 saeta qedexekirin.
2. Di 15’ê îlonê de di navbera saet 16.00-18.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmA Ertûş ku bi ser Zap’ê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşande şewata li gundê Sêvê û taxa Zêvê ku bi ser Ertûş e hîn jî berdewam dike.
3. Di 14’ê îlonê de di saet 21.00’ande li navçeya Colemergê Şemzînanê li dijî nuqteya polîs a kontrolê ku ji aliyê gerîla yê me hatibû lidarxistin ji raya giştî re hatibû ragihandin. Di heman çalakiyê de ku 2 tîmên taybet hatiye kuştin ji aliyê me ve hate zelalkirin.
16 Îlon 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG