HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 14’ê îlonê de di saetên êvarî de li navçeya Colemergê Şemzînanê li dijî nuqte ya kontrol a polîsan bi armanca tolhildana gerîla yê me yên liColemergê şehît ketine ji aliyê gerîla yê me çalakiyeke tolhildanê hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de ku di çapemeniya dijmin de 3 birîndar hatiye dayin, hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin.

2. Di 14’ê îlonê de di navbera saet 20.00-23.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî gundên Kelhoxê, Bêzirgan, Birka Evdalan, Zavîtê û Girê Guvenlik ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

3. Di 13’ê îlonê de di derdora saet 23.00’ande li navçeya Şirnexê Hezêxê li dijî maşîna polîsan a Land ji bo bîranîna gerîla yê me yên li Colemerg û Garisa şehîd ketine ji aliyê gerîla yê me çalakiyeke tolhildanê hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de yên ji aliyê me hatiye zelalkirin 3 polîsên tevgera taybet hatiye kuştin.

4. Di 6’ê îlonê de li Colemerg li dijî herêmên Bileh, Binevş, Derzengilê, û Geliyê Lewînê ku ji aliyê Fermandarê Hêzên Bejayî Erdal Ceylanoglu hatibû lidarxistin, di pevçûnên hatibû jiyandin 9 gerîla yê me gihîştibû şehadetê, 6 leşkerên dijmin jî ji aliyê gerîla yê me hatibû kuştin. Di encama pevçûnên hatibû jiyandin de hevalê me yê bi navê Cûdî Mahîr (Erdal Ağar) ku birîndar ketibû tevî hemû mudaxeleyan gihîştî şahadetê.

Agahiyên nasname ya hevalê me yê şehîd ketiye;

Cudi - Erdal Ağar

Navê kod: Cûdî Mahir
Nav û paşnav: Erdal Agar
Cîh û dîroka jidayikbûyinê: 1988 / Wan
Cîh û dîroka tevlêbûnê: 2005 / Wan
Navê dayik û bav: Nafia / Abdulkadir
Cîh û dîroka şahadetê: 6 Îlon 2010 / Colemerg

15 Îlon 2010

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG