Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de hêzên me roja 3'ê Gulanê li dijî artêşa TC a dagirker gelek çalakî kirin. Li gorî vê yekê;
Hêzên me saet 08:30'î li leşkerên dijmin ên li ser girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrg xistin. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin, lê hejmara mirî û birîndaran nehate tespîtkirin.
Hêzên me li dijî dagirkerên li ser girê Xeregolê yê li navçeya Çelê çalakî kirin. Ji 3 baskan ve li çeperên dijmin hatin xistin û di encamê de 3 kozik hatin rûxandin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.
Saet 08:40'î hêzên me li dijî leşkerên artêşa TC a dagirker ên li mintiqeya Elîdirêj a ser bi herêma Lêlîkanê ya Başûrê Kurdistanê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
Heman rojê, hêzên me saet di navbera 13:30 û 14:30 de 2 çalakiyên sûîqestê li dijî leşkerên dagirker ên li girê Lêlîkanê kirin. Di van çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.
4’ê Gulanê 2018
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê