Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine. Di vê çarçoveyê de hêzên me, ev çalakî li dar xistine;
Di 4’ê Gulanê saet di 10.30’an de hêzên me li dijî dagirkerên li Girê Lêlkanê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hêzên me derbên giran li dagirkeran xistine. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.
Di heman rojê de hêzên me saet di 11.40’an de li Geliyê Deştanê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker çalakiyeke sûîkastê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hatiye kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li qadê daye.
Di heman rojê de saet di 14.50’an de hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Elîşêr ê Gevera Colemêrgê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 leşker hatine kuştin.
2. Artêşa Tirk a dagirker di 26’ê Nîsanê de li bejahiya Hîzana Bedlîsê operasyoneke berfireh li dar xistiye. Gelek wesayîtên zirxî û helîkopterên kobra tevlî vê operasyonê bûne. Di nava artêşa dagirker û hêzên me de şerekî giran pêk hatiye. Di van şeran de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin û gelek jê jî birîndar bûne. Di vî şerî de hevala me Toprak ji bo ku dîl nekeve destê hêzên dijmin bombeya xwe bi teqandiye û şehîd bûye. Operasyon di 27’ê Nîsanê de ji qadê vekişiyaye.
Nasnameya hevala me ya şehîd bûye, wisa ye;
Nasnav: Toprak Harûn Nav û Paşnav: Sevda Arvas Cihê Jidayikbûnê: Wan Navê Dayik - Bav: Nafiye – Mehmet Şakîr Cih û Dema Şehadetê: Bedlîs / 26’ê Nîsana 2018’an
|
Toprak – Sevda Arvas
5’ê Gulanê 2018
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê