Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Roja 19’ê Mijdarê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker di navbera seat 13:00’an û 13:30’an de bombe li derdora Gundê Sîlê yê herêma Qendîl a Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. Di bombebaranê de li bax û baxçeyên gundiyan zirarek mezin çêbû.
Heman rojê balafirên şer di navbera seat 12:20 û 13:30’an de bombe li herêma Dola Şîvê ya herêma Avaşînê barand. Di bombebaranê de rêhevalên me Siyabend û Firat şehîd bûn. Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.
20’ê Mijdarê 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê