Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, roja 20'ê Mijdarê saet navbera 18:00 û 19:00 bombe li qada Şehîd Harûn û derdora gundê Silê yê herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
Balafirên şer heman rojê saet navbera 18:30 û 19:30'î, Girê Amediye yê navçeya Amediyê ya Duhokê bomberdûman kirin.
Ji ber van êrîşan zerar û ziyan negihiştin hêzên me yên gerîla. Bomberdûmana li derdora gundê Silê xisar li bax û baxçeyên gundiyan kir.
21’ê Mijdarê 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê