HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 19’ê Îlonê de di navbera saet 11.00-12.00’an de li Herêmên Parastina Medyayê li dijî herêma Arê û Nuqteya Bager ku bi ser Xakurkê ye ji aliyê artêşa mêtinger a TC’ê êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de tu wendahiya gerîla yê me çênebûye.

 

2. Di 19’ê Îlonê de di navbera saet 23.00-24.00’an de û cardin di 20’ê Îlonê de (îroj) ber destê sibê li Herêmên Parastina Medya li dijî Girên Karker, Şehîd Berîtan, Sîro û Partîzan, Neqeba Telefonê û Geliya Reş ku bi ser Xakurkê ye ji aliyê artêşa mêtinger a TC’ê ve êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Herweha bi bombeyên mîsketan jî hatiye bombebarankirin.

3. Di 19’ê Îlonê de di saet 17.00’an de ji aliyê gerîla yê me ve li dijî qereqola Şikêr a bi ser navçeya Colemergê Çelê ye êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama 4 guleyên îsabetî qereqolê kirî de hejmara wendahiyên dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa mêtinger li dijî herêma Çiyareş a bi ser Zapê û herêma çalakiyê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

20 Îlon 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê