Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 19’ê Îlonê de di navbera saet 13.00-17.00’an de li Şirnexê li dijî Çiyayê Bizina, Dola Aşinmê, Kela Bedê Ava Bêhnê û herêma Findika ku bi ser Gabarê ne ji aliyê artêşa mêtinger a TC’ê bi helîkopterên kobrayan hatiye bombebarankirin.
Di 20’ê Îlonê de di saet 06.00’an de bi piştgiriya helîkopterên kobra bi 6 skorskyan li herêmê bi daxistinan operasyonek hatiye destpêkirin. Herweha bi helîkopterên kobra û bi havan obusan herêm hatiye bombebarankirin. Operasyona herêmê di heman rojê de bê encam paş de vekişiyaye.
2. Di 20’ê Îlonê de di saet 15.00-17.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Ermûş, Geliyêreş û Arê ku bi ser Xakurkê ye ji aliyê artêşa mêtinger a TC’ê bi balefirên şer êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
21 Îlon 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê