Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 27'ê Tebaxê de di navbera saet 17.00-18.00'an de li Colemerg li dijî herêma Girê Berxa ji aliyê Artêşa TC'ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di navbera saet 18.00-19.00 'an de li heman hêrêmê êrîşeke havan û obusan jî hatiye lidarxistin.
2. Di 27'ê Tebaxê de di derdora saet 17.00'an de li navçeya Bêşebaba Şirnexê li dijî helîkoptereke skorsky ya nizm difiriya ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de helîkopter derbe xwariye û naçar maye li fermandariya alayê dayne. Piştî çalakiyê li dijî derdora gundê Keledanê ji aliyê artêşa TC'ê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
3. Di 27'ê Tebaxê de di navbera saet 11.00-13.00'an de li Herêmên Parastina Medya li djjî quntarên Kurê Jahro, Paleyên Şehîd Amed, paleyên li ser bajaroka Şeladîzê û girê Şehîd Harûn ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC'ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
4. Di 27'ê Tebaxê de di navbera saet 15.00-17.00'an de li Herêmên Parastina Medya li dijî gund û geliyê Kokerê, Gundê Bezenê, geliyê Kurê Jahro, Paleyên li ser bajaroka Şeladizê, ku bi ser Zapê ne ji aliyê Artêşa TC'ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
5. Di 27'ê Tebaxê de di navbera saet 19.00-21.00'an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Girê Karker, Şikefta Birîndara, Gundê Horê, Dimê, Şifreza, Bezenê, Xoyê û Kokerê ku bi ser Zapê ne ji aliyê Artêşa TC'ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de şewata li herêmê hîn jî berdewam dike.
6. Di 27'ê Tebaxê de di navbera saet 16.00-18.00'an de di navbera Şirnex û navçeya Dihê ya bi ser Sêrtê ye ji aliyê gerîla yê me çalakiyeke rêbirînê hatiye lidarxistin. Gerîla ye me ku li vir ala partiyê vekirine, ji gel re propaganda kiriye. Herweha li vir cerdewanek jî hatiye binçavkirin û li pêşiya gel lêpirsîna wî hatiye kirin. Piştî lêpirsînê hatiye berdan.
7. Di 26'ê Tebaxê de li navenda Colemergê li dijî herêmên Simbil, Orê û Kiyê ji aliyê Artêşa TC'ê operasyonek hatiye lidarxistin. Di çarçova heman operasyonê de li ser gunda digrin û li ser gel zext û girtinan pêk tînin.
8. Di 26'ê Tebaxê de di saet 21.00'an de li navçeya Gever a bi ser Colemergê li dijî Muduriyeta Ewlehiyê ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxisitin. Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê dijmin derdora xwe bêser û ber gule baran dike. Pişt re dijmin êrîş biriye ser gel û dinavbera gel û dijmin de pevçûn derketiye.
9. Di 26'ê Tebaxê de li navenda Colemergê li herêma Meydanê li dijî zomeke gundî lê dimîne ji aliyê Artêşa TC'ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de gundiyek birîndar bûye. Di heman rojê de di saetên êvarî de ji aliyê Artêşa TC'ê êrîşeke duyemîn a havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de gundî naçarî ji daketina zozanan dimîne.
28 Tebax 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê