Ji çapemenî û
Herweha maşîneke leşkerî jî hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê ji aliyê Artêşa TC’ê li dijî herêma çalakiyê operasyonek hatiye lidarxistin. Operayson di heman rojê di saet 15.00’an de bê encam paş de zîviriye.
2. Di 28’ê Tebaxê de di navbera saet 12.00-13.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundê Siyanê ku bi ser Garê ve ye ji aliyê Artêşa TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
3. Di 27’ê Tebaxê de di saet 20.40’an de li navçeya Stewrê ya bi ser Mêrdînê ye li dijî qereqola Ewînê ya nû tê avakirin ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin. Beşek ji avahiya qereqolê jî rûxiyaye. Piştî çalakiyê leşkerên dijmin derdora xwe bê ser û ber gulebaran dike.
4. Di 27’ê Tebaxê de di saet 21.00’an de li navçeya Midyadê ya bi ser Mêrdînê li dijî qereqola gundê Esnebnî ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de cerdewanek hatiye kuştin 4 cerdewan jî birîndar bûye. Herweha li dijî çepereke dijmin û nizamiyê jî ji aliyê gerîla yê me bi roketavêjan çalakiyeke din hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê Artêşa TC li dijî herêmê bi rengê kemîn û çavdêriyê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon a li herêmê hîn jî berdewam dike.
29 Tebax 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê