HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 29’ê Mijdarê de di navbera saet 02.00-03.00’an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî herêmên Geliyê Ava Basya û Gundê Erdewê yên bi ser Bezelêne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

2. Di 28’ê Mijdarê de di saet 12.00’an de li herêma Gavser a Gabarê de helîkoptereke skorsky a artêşa dagirker a tirk ji Mêrdînê ber bi Şirnexê ve diçû ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan. Di encama vê lêdana helîkoptera skorskyê derbeyeke giran xwariye û naçar maye ji herêmê dûr bikeve. Aqûbeta helîkopterê ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

3. Di 27’ê Mijdarê de di saet 14.00’an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Qereqola Giranayê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hemû baregehê leşkerî bi awayekî bandor hatiye lêdan de, hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk derdora xwe bê ser û ber bi hewan û obusan bombebaran kiriye.

4. Di 27’ê Mijdarê de li navçeya İslahiya Dîlokê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên li dijî zozanên Xinzirê derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerekî dijmin ê endamê yekînaya taybet ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin, hejmara birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

5. Di navbera 16-19’ê Mijdarê de li bejahiya navçeya Şemzînana Colemergê 5 rêhevalê me gihîştibûn şahadetê û nasnameyên wan di daxuyaniya me ya di 23’ê Mijdarê de hatibû aşkerekirin. Rêhevala me Rozerin – Meryem Brûkimîlan a weke şehîd hatibû îlankirin, niha li yekîneya xwe tekoşîna xwe berdewam dike. Rêhevala me ya di vê pevçûnê de gihîştiye şahadetê: Rozerin Kemanger – Azer Ensarinejat e.

Nasnav: Rozerîn Kemanger
Nasnav: Azer Ensarinejat
Cihê jidayikbûnê: Urmiye
Navê dayik û bav: Cemile - Mehmet Şerif
Dîroka û cihê şahadetê: 16 / 19 Mijdar 2012 / Şemzînan, Colemerg
 

6. Ji 26’ê Mijdarê û vir ve li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Çiyareş, Xeregol û Şikefta Birîndara yên bi ser Zapêne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tê bombekirin.

29 Mijdar 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê