HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Diİ 29’ê Mijdarê de di saet 13.00’an de li Şirnexê li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Şerefiyê ya bi ser Çiyayê Gabarêye bi cîh bûye ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çaçakiyê de leşkereke dijmin hatiye kuştin, herî kêm leşkerek jî birîndar bûye.

2. Di 25’ê Mijdarê de li navçeya Hasanbeyli ya Osmaniyê li nêzî Gundê Karayigit di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. 2 rêhevalê me jî bi lehengî li berxwedane û gihîştine şahadetê.
Nasnameyên rêhevalên me yê gihîştine şahadetê;

Nasnav: Delîl Antep
Nav û paşnav: Murat Bilgiç
Cihê jidayikbûnê: Dîlok (Bi eslê xwe ji Xelfetiya Rihayê)
Navê dayik û bav: Halime - Osman
Dîrok û cihê şahadetê: 25 Mijdar 2012 / Hasanbaylî, Osmaniye

Delîl Antep – Mûrat Bîlgîç

Nasnav: Gabar Faraşîn
Nav û paşnav: Nazım Işik
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dayik û bav: Pîroze - Tahîr
Dîrok û cihê şahadetê: 25 Mijdar 2012 / Hasanbaylî, Osmaniye

30 Mijdar 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê