HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

1. Di 4’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Hinzir û Kastela navçeya Islahiyeya Dîlokê û li hember qada Ovacika Dortyola Hatayê operasyonek hatiye despêkiriye. Di operasyonê de yekîneyên bi tevger ên dijmin cî girtine û hê jî didome.

2. Di 4’ê tebaxê de di danê nîvroj de artêşa TC’ê li Qadên Parastina Medya li hember qadên Girê Ronahî, Gundê Hopê û Gundê Nêrê ku girêdayî Zagrosê ne êrîşeke bi obûs û hawanan li dar xistiye. Êrîşa ku hetanî danê êvarî berdewam kiriye de şewateke ku hê jî didome derketiye.

3. Di 31’ê tîrmehê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember bejahiya navçeya Sasonê operasyonek hatiye li dar xistin û di 1’ê tebaxê de jî bi paş ve vekişiyaye.

4. Di 30’yê tîrmehê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qada Xaçareşê ku di navbera navçeyên Mûtkî û Norşînê de ye û girêdayî Bedlîsê ye operasyonek hatiye li dar xistin. Di operasyonê de yekîneyên veşartî li qadê xebatên kemînavêtinan li dar dixin û operasyon hê jî didome.

5 Tebax 2009

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê