HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

1. Di 4’ê tebaxê de bi şev saet di navbera 00:00-02:00’yan de artêşa TC’ê li Qadên Parastina Medya li hember qadên Avaşîn, Şatûnûs, Xiyatê û Dola Satê ku girêdayî Zagrosê ne êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.

2. 3’yê tebaxê ji danê sibehî pê ve ji hêla yekîneyên bi tevger ên artêşa TC’ê ve li qadên Bosîbîn, Xawsor û Mîsbafî ku girêdayî Kaxizmana Qersê ne xebatên keşf û kemînavêtinan dikin.

3. Di 3’yê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qada Cudî ku girêdayî Şirnexê ye êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin. Di encama êrîşan de li qadên Girê Yildiz, Gundikremo û Sîpandarokê şewateke ku hê jî didome destpêkiriye.

4. Di 31’ê tîrmehê de ji hêla artêşa TC’ê li hember qada Tarîsa ku girêdayî Çelêya Colemêrgê ye operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyona ku bi piştgiriya hewayî didome, ber bi qadên Girê Helvesîsê û Tepe didome.

4 Tebax 2009

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê