Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 22’ê Cotmehê de di navbera navçeya Stewrê ya Mêrdînê û navçeya Bismila Amedê de operasyona ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatiye destpêkirin di 26’ê Cotmehê de bê encam paş de vekişiyaye.
2. Di 28’ê Cotmehê de di saet 20.30’an de li navçeya Elkê ya Şirnexê li dijî leşkerên weke du baskan ji qereqola Kitirê derketine eraziyê ji aliyê gerîlayên me ve hin çalakî hatine lidarxistin. Gerîlayên me yê van yekîneyên dijmin xistine bin kontrolê 5 caran bi awayeke bandor li wan dane. Piştî van çalakiyan he ta saet 00.30’an li hin cîhan pevçûn jî berdewam kiriye. Di encama van çalakiyan de 15 leşkerên dijmin hatiye kuştin, hejmara birîndara jî nehatiye zelalkirin. Piştî çalakî pevçûnan ji aliyê artêşa dagirker li dijî herêmê bi balefirên şer û helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin.
3. Di 30’ê Cotmehê de di saet 12.00’an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li bajaroka Girê Mîra alîkarî mudireke dibistana seretayî û wezîfedarekî dibistanê yên xizmetê polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta tirk dikin ji aliyê gerîlayên me hatine binçavkirin, wesayitên wan jî hatiye desteserkirin. Lêpîrsînên van kesan hîn berdewam dike, herweha ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve jî li dijî herêmê operasyonek hatiye lidarxistin.
4. Di 30’ê Cotmehê de di navbera saet 16.30-18.30’an de li navçeya Sitewrê ya Mêrdînê de di navbera gundê Cilînê û Şûtê de ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.
5. Di 30’ê Cotmehê de di navbera saet 17.00-18.00’an de di navbera bajaroka Araban a bi ser navçeya Hezexa Şirnexêye û navçeya Nisêbîna Mêrdînê de ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Di encama lêgerîna di wesayiteke bi gûman de 2 tebance hatiye desteserkirin û 3 tirên li şûbeya petrolên tirk a Êlihê ji aliyê gerîlayên me ve bi şewitandinê hatine rûxandin. Piştî çalakiyê li dijî herêmê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin.
6. Di 30’ê Cotmehê de di navbera saet 06.00-07.00’an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî Gundê Mambenê ya bi ser Oramarê ve ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
7. Di 28’ê Cotmehê de li navenda Şirnexê çalakiya ji aliyê gerîlayên me ve hatibû lidarxistin û encamên wê doh hatibû eşkerekirin de çekek qilêşê hatiye desteserkirin.
8. Di 13’ê Tîrmehê de li navçeya Elkê ya Şirnexê li herêma Warê Kurdo ya bi ser Kato jîrkayê hin pevçûn qewimîbûn û encamên wê ji raya giştî re hatibû eşkere kirin. Di vê daxuyaniya me de nasnameya rêhevalê me Erdal Hewraman hatibû parvekirin û me gotibû bi du rêhevalên me re têkilî nehatiye danîn. Ji van du hevalan yek jê rêhevalê Cesûr bû û hate zelalkirin ku gihîştiye şahadetê. Rêhevalê me yê din bi awayeke sax vegeriyaye yekîneya xwe.
Nasnav: Cesûr Ozan |
9. Di 23’ê Cotmehê de di navbera saet 20.00-21.00’an de li navedan Dersimê di navbera gundên Şekerman û Paxê de ji aliyê artêşa dagirker a tirk opersayonek hatibû lidarxistin. Di navbera gerîlayên me yê li ser wezîfeyekê bûn û leşkerên dijmin de pevçûn qewimiye herweha ji aliyê wesayitên zirxî jî herêm bi dijwarî hatiye gulebarankirin. Di encama van pevçûnan de 4 rêhevalên me bi lehengî liberxwe dane û gihîtine şahadetê.
Nasnameyên rêhevalên me yê gihîştine şahadetê:
Nasnav: Rojhat Batman |
Rojhat Batman – Suat Akın
Nasnav: Çekdar Cilo |
Çekdar Cilo – Servet Fidan
Nasnav: Aso Mahabat |
Aso Mahabat – Nasir Ruhîzad
Nasnav: Avareş Firat |
Avareş Firat – Firat Begun
31 Cotmeh 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê