HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda de li navenda Şirnexê ji aliyê gerîlayên me ve hin çalakiyên berfireh hatine lidarxistin.

Di 28’ê Cotmehê de di saet 17.30’an de li navenda Şirnexê li dijî 5 nuqteyên cuda ji aliyê gerîlayên me ve hin çalakî hatine lidarxistin. Li dijî walitiya Şirnexê û çeperên ewlekariya wê digire çalakî hatine lidarxistin, di encama vê çalakiyê de 2 çeper hatiye rûxandin. Li dijî Mudiriyeta Ewlehiyê jî çalakiyek hatiye lidarxistin, hemû çeper bi awayeke bandor hatiye lêdan, ji aliyê dijmin ji avahiyê gule hatiye reşandin, rastî bergiriya gerîlayên me hatine û naçar mane bêdeng mane. Li dijî çeperên lojmanên sûbayan jî çalakî hatiye lidarxistin. Hemû baregeh û çeperên lojmanan jî bi awayeke bandor hatiye lêdan.

Di encama hemû çalakiyan de 2 jê leşker û 8 polîsên tevgera taybet hatiye kuştin. Piştî çalakiyan ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî derdora bajêr bi çekên giran gulebaran kiriye, piştî gulebaranê li dijî herêmê operasyonen hatiye lidarxistin.

2. Di 29’ê Cotmehê de li Gabara Şirnexê li dijî 3 navendên dijmin bi awayeke hemwext çalakî hatine lidarxistin. Di saet 14.00’an de li navçeya Basa ya Şirnexê li dijî Tabûra Findikê çalakiye hatiye lidarxistin. Di encama lêdana bandor de awahiyên li tabûrê şewat girtiye, herweha hejmara kuştî û birîndarên dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Gerîlayên me li dijî leşkerên dijmin ên li Girên Awênûbenatê bi cîh bûne çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Bi awayeke hemwext li dijî leşkerên dijmin ê li Girê Sûadiyê bi cîh bûye ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerên dijmin ji aliyê me ve hatiye kuştin. Piştî van çalakiyan ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî derdora xwe bê ser û ber bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

3. Di 29’ê Cotmehê de di navbera saet 21.00-22.00’an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî Girê Geper ê bi ser Oramarê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin.

4. Di 14-15’ê Cotmehê de li navçeya Elkêya Şirnexê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di vê operasyonê di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de Endamê Meclîsa leşkerî ya HPG’ê Mehmet Goyî û hevalê Demhat Peyas birîndar bûne, tevî hemû hewldanên me ev hevalên me gihîştine şahadetê.

Nasnameya rêhevalên me yê gihîştine şahadetê:

Nasnav: Mehmet Guyî
Nav û paşnav: Mehmet Kaplan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayik û bav: Ayşe - Salih
Dîrok û cihê şahadetê: 14-15 Cotmeh 2012 / Elkê, Şirnex

Mehmet Guyi – Mehmet Kaplan

Nasnav: Demhat Peyas
Nav û paşnav: Denîz Gem
Cihê jidayikbûnê: Peyas, Amed
Navê dayik û bav: Ayhan - Hîkmet
Dîrok û cihê şahadetê: 14-15 Cotmeh 2012 / Elkê, Şirnex

Demhat Peyas – Denîz Gem

30 Cotmeh 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê