Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 5'ê Avrêlê de di navbera saet 16.00-17.00'an de li navçeya Colemergê Çelê li dijî Fermandariya Alaya Bilîcanê û Qereqola Girê ji aliyê gerîla yê me ve bi çekên giran çalakiyên hemwext hatiye lidarxisitin. Di encama çalakiya bi çekên giran hate lidarxistin de gelek avahî zirar dîtiye, herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.
2. Ji 5'ê Avrêlê ji danê êvarî heta 6'ê Avrêlê danê şev li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Girên Şehîd Mazlûm, Şehîd Ferhat, Angola, Gundên Bêtkarê, Sipîndarokê, Zêwka, Balûka û derdora Geliyê Ava Zapê yên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di van êrîşan de herweha di nava topên obusan de bombeyên misketa yên di peymanê navnetewî de qedexene jî hatiye bikaranîn.
3. Di 4'ê Avrêlê de li navçeya Colemergê Çelê li derdora qereqola Bêzokê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatibû lidarxistin. Di nava vê operasyonê de pevçûnên di navbera gerîla yê me û leşkerê dijmin de qewimî bû 1 usttegmen û çawuşeke pispor ji aliyê gerîla yê me ve hatibû kuştin. Me ev agahî beriya niha ji raya giştî re eşkere kiribû. Operasyona li herêmê hîn jî bi rengê kemîn û keşfê berdewam dike.
7 Avrêl 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê