HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

 

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 6'ê Avrêlê de (vê beyaniyê) ji saet 07.00'an heta danê nîvro li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Cîloyê biçûk û Ertûş a bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

2. Di 5'ê Avrêlê de di navbera saet 14.00-19.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Şifreza, Kela Ertûş, Girê Mirganiş, herêma Şehîd Newal, Girê Şehîd Colemerg, Gundên Cennetê, Erbîş, Ertûş, Hîlalê û Mîrganîş ên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

3. Di 5'ê Avrêlê de di navbera saet 06.00-07.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Geliyê Bêtalma û Girê Partîzan ê bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

4. Di 5'ê Avrêlê de di saet 14.00'an de li navçeya Colemergê Çelê li dijî leşkerên li girê alaya Bîlîcanê ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştir. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî derdora xwe bê ser û ber bi hewan û obusan topbaran kiriye.

5. Di 4'ê Avrêlê de li navçeya Colemergê Çelê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi 50 wesayitî leşker ji bo Alaya Bîlîcanê hatiye veguheztin.

6 Avrêl 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê