Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 3'ê Îlonê de di saet 14.30'an de li zozanên Fenk ên Osmaniyeyê li dijî şantiyeyekebi artêşa dagirker a tirk re hevkariyê dike ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hemû wesayitên li şantiyeyê ji aliyê gerîlayên me ve bi şewitandinê hatine rûxandin.
2. Di 2'ê Îlonê de li navçeya Elkê ya Şirnexê û derdora wê de Tevgera Şehîd Adil û Şehîd Nûda hatibû destpêkirin hîn jî berdewam dike.
Gerîlayên me yê serdestiya herêmê di destê xwe de digirin di 5'ê Îlonê de di navbera saet 07.00-09.00'an de di navbera navçeya Berwariya Sêrtê û navçeya Şaxa Wanê rê kontrol kiriye. Di wesayitên hatine rawestandin de nasname hatine kontorlkirin û di derbarê pêvajoyê de gel hatiye agahdarkirin. Di 5'ê îlonê de di danê sibê de di çarçoveya operasyona li dijî Katoyan a ji aliyê artêşa dagirker a tirk lidarxistibû de gerîlayên me leşkerên dijmin li Girên Kerkol û Kejala tengav kiriye.
Di 6'ê îlonê de (îroj) di saet 06.30'an de li dijî helîkoptereke skorskyan a ji bo leşkerên ji vir re alav vediguhezîne ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de helîkoptera derbe xwariye naçar maye ji herêmê dûr bikeve.
Di 5'ê îlonê de di saet 18.00'an de li nêzî Girê Bêboskê ji aliyê gerîlayên me ve li dijî helîkoptereke skorskyan çalakî lidarxistiye di encama vê çalakiyê de helîkoptera derbe xwariye naçar maye li Tûgaya Elkê bi lezgînî dakeve.
Hewldanên dijmin ên vala derketine ji ber vê di 5'ê Îlonê de di navbera saet 11.00-12.30'an de li dijî Çiyayê Kato bi baleferên şer êrîşên hewayî hatiye lidarxistin. Helîkopterên kobrayan ên xwestine herêmê bombebaran bikin ji ber rastî berxwedana gerîlayên me hatine, li vir demeke dirêj pevçûn qewimîne. Piştî pevçûnan helîkopterên kobrayan naçar mane ji herêmê dûr bikevin.
3. Di 5'ê Îlonê de di navbera saet 09.00-18.30'an de li navçeya Şemzînana Colemergê û di navbera herêma Gerdiyayê de ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatine rawestandin de nasname hatine kontrolkirin û ji gel re di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn.
4. Di 5'ê Îlonê de di saet 16.30'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî baregeha leşkerî ya Meymûn ê li ser xeta sînore li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên xwestiye li vê herêmê operasyonê lidarbixîne ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerê dijmin hatiye kuştin.
5. Di 5'ê îlonê de di navbera saet 18.45-19.45'an de riya hevrmêş a di navbera Bedlîs û naçveya Hawêl a Sêrtê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Gerîlayên me yê nêzî 500 wesayitî rawestandine 10 tirên şîrketê bi dijmin re hevkariyê dikin û li Kurdistanê bê destûr bazirganiyê dikin bi şewitandinê hatiye rûxandin.
6. Di 5'ê îlonê de di saet 12.30'an de li Îdirê li nêzî qereqola Korxanê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
7. Di 5'ê Îlonê de di navbera saet 23.00-24.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Qeladizê li dijî Gundê Sûredê, Silê û Girê Casûsê yê bi ser Qendîlê ve ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
8. Di 5 û 6'ê îlonê de him bi roj him bi şev li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Şeladizê li dijî herêma Çiyareş a bi ser Zapê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de şewata daristanê ya li Gundê Spîndarokê, Girên Angola û Ferhat û Geliyê Şîvê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
9. Li Dersimê li dijî Çet, Sarısaltık, Kizilmezra û Girê Gozetleme yên bi ser navçeya Xozatê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi rengê kemîn vedanê operasyon hatiye lidarxistin.
6 Îlon 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê