Ji Çapemenî û raya giştî re!
1. Di 6'ê îlonê de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî karwaneke leşkerî ya ji wesayitên 4 kîrpî, 2 akrep û jemmerekê pêk dihat û ber bi qereqola Radiolînkê ve diçû li nêzî Pira Şapatayê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayita kîrpî ya 12 leşker tê de bû ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin ê di vê çalakiyê de ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Dijmin piştî çalakiyê demeke riyê li çûn û hatinê digire, bi vî awayî kuştû û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye.
Gerîlayên me yê kontolên rê yên asayî berdewam dike, di 6'ê Îlonê de di navbera saet 09.00-18.30'an de li navçeya Şemzînana Colemergê û di navbera herêma Gerdiya de rê kontrok kiriye. Gerîlayê me herweha di derbarê pêvajoyê de gel agahdar kiriye.
Ji 6'ê Îlonê heta 7'ê îlonê saet 01.30'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Sîdekayê li dijî Neqeba Şêxzade û tevahiya Xinêrê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
Di 7'ê Îlonê de di navbera saet 05.00-06.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Çiyayê Gomanê û Şikêrê Spî ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama vê bombebaranê de rez û zeviyên gundiyan zirar dîtiye.
Di 7'ê Îlonê de di saet 00.30'an de li dijî herêma Mergê ya bi ser Çarçelayêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
2. Di 2'ê Îlonê de li navçeya Kaxizmana Qersê li dijî herêmên Penavûs û Kizilkilise ya bi ser Çemçê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Gerîlayên me yê leşkerên derketine operasyonê şopandine di 6'ê Îlonê de ji aliyê gerîlayên me ve du çalakî hatine lidarxistin. Di saet 15.30'an de li zinarên Horoz çalakiya yekemîn hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin. Di heman rojê di saet 18.00'an de li herêma Pevanûsê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke din hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê jî 2 leşker hatine kuştin. Operasyona dijmin a li herêmê bi rengê kemîn û keşfê ya ji aliyê yekîneyên veşartî tê meşandin berdewam dike.
3. Di 6'ê Îlonê de di saet 21.00'an de li naveda Agiriyê li dijî şîrketeke li Herêma Kavaxayê xebatên riyên leşkerî dimeşîne ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 kepçeyên şîrketa Farûk Înşaatê bi şewitandinê hatiye rûxandin.
7 Îlon 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê