Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 9'ê Îlonê de di saet 17.30'an de li ser riya Heskîf û Êlihê di navbera Şikeftiya û Zaxorayê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker giran birîndar bûye, wesayiteke leşkerî jî hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê dijmin rê du saetan li çûn û hatinê qedexekiriye û li herêmê operasyonek daye destpêkirin. Operasyona li herêm paş de vekişiyaye.
2. Li bejahiyên Gever û Şemzînana Colemergê pevçûnên di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk doh û îroj jî berdewam kirin.
Di 10'ê Îlonê de di navbera saet 05.00-07.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Şikêrê Spî û Neqeba Nîrkolayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Gerîlayên me yê rê nedane leşkerên dijmin, heta êvarî li vir pevçûnên dijwar qewimiye. Di encama van pevçûnan de 8 leşkerên dijmin hatiye kuştin.
Dijmin ji destpêka operasyonê heta danê êvarî li dijî Geliyê Nîrkola, Gostê, Neqebên Ewliya û Masîro bi hewan, obus û helîkopterên kobrayan bi dijwarî bombebaran kiriye. Herweha di saet 15.00'an û dîsa êvarî di navbera saet 21.00-22.00'an de li dijî herêma Gostê du caran ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşên hewayî hatiye lidarxistin.
Di encama pevçûnên li vê herêmê du rêhevalên me gihîştine şahadetê. Wê nasnameyên rêhevalên me yê şehîd ketine di demeke kurt de ji raya giştî re were eşkerekirin.
Di çarçoveya operasyona ji aliyê artêşa dagirkera tirk ê li dijî herêma Salara û Neqeba Bêgoza dabû destpêkirin, pevçûnên li vê herêmê hîn jî berdewam dikin. Di 10'ê Îlonê de di saet 17.00'an de li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên xwestine li Bêgozayê û sêgoşeya Salarayê bi cîh bibin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin 5 leşker jî birîndar bûye.
Di 10'ê Îlonê de di saet 16.30'an de jî li dijî yekîneyeke dijmin a xwestiye di navbera Sênala û neqeba Zînê bi cîh bibe ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkereke dijmin hatiye kuştin.
Di 10'ê Îlonê de ji saet 15.30'an heta danê êvarî jili ser riya Oramar û Geverê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Li wir wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.
Herweha di 11'ê Îlonê de (îroj) di saet 07.00'an de li Şikêrê Spî li dijî leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.
3. Di 10'ê Îlonê de di saet 24.00'an de li navçeya Pîrana Amedê li dijî leşkerên li girê Sîn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
4. Di 10'ê Îlonê de di navbera saet 18.00-20.00'an de li ser riya Tirkiyê Azerbaycanê li Îdirê di navbera Gund^ne Karakoyun û Taşburnuyê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Li wir 100 wesayit hatine rawestandin û ji gel ê piraniya wan ji Azerî û Farsan pêk dihan di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn. Herweha tirek ji leşkeran re dixebite û li Kurdistanê bê destûr bazirganiyê dike ji aliyê gerîlayên me ve bi şewitandinê hatiye rûxandin. Operasyona ji aliyê dijmin ê bi wesayitên zirxî daye destpêkirin hîn jÎ berdewam dike.
5. Di 10'ê Îlonê de de li Şirnexê li herêma Gabarê li dijî herêma Sûskê ya bi ser Mişarê ve ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê di heman rojê di saet 15.00'an de bi piştgiriya helîkopterên kobrayan paş de vekişiyaye.
6. Di 10'ê Îlonê de di saet 17.00'an de li navçeya Pulura Dersimê li dijî Deşta Gul bi piştgiriya helîkopterên kobrayan bi daxistinan ji aliyê artêşa dagirker a tirk opersayonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî bi rengê keşf û kemîn vedanê berdewam dike.
10 Îlon 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê