HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Dİ 10'ê Îlonê de li navçeya Şemzînana Colemergê di çarçoveya êrîşên ji aliyê artêşa dagirker a tirk ên li dijî Şikêrê Spî hatibû destpêkirin de di 11'Ê Îlonê de de pevçûnên dijwar qewimîne.

Di 11'ê Îlonê de di saet 08.00'an de pevçûnên di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin ên xwestine li Şikêrê Spî bicîh bibîn heta danê êvarî berdewam kiriye. Di encama van pevçûnan de 4 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin. Herweha gerîlayên me rê nedane dijmin û wan li vî girî tengav kiriye.

Di heman rojê di navbera saet 18.30-19.00'an de li Şemzînanê li dijî yekîneyeke dijmin a ji 100 kesî pêk dihat û dixwestin Neqeba Ewliya bidestbixînin ji aliyê gerîlayên me ve ji çar baskan çalakiyeke êrîşê hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 10 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin, hejmara birîndaran jî nehatiye zelalkirin. Di saet 24.00'an de dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye, herweha piraniya hêzên xwe yê li vir guhertiye. Di encama çalakiya ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lidarxistin de 2 rêhevalên me jî gihîştine şahadetê. Nasnameyê rêhevalên me yê gihîştine şahadetê, dema zelal bû wê ji raya giştî re were eşkerekirin.

Di 11'ê Îlonê de di navbera saet 10.30-11.00'an de li dijî Alaya Garê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya li dijî çeperên tank û obusan hatiye lidarxisitn de 2 leşkerên dijmin ji aliyê me ve hatiye kuştin, çeper jî texrûp bûne. Piştî vê çalakiyê artêşa dagirker a tirk derdora xwe bê ser û ber bi hewan û obusan bombebaran kiriye.

Di 11'ê Îlonê de li Şemzînanê li dijî herêmên Geliyên Nîrkola, Gostê, Masîro û Neqeba Ranyapîrê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Dîsa di heman rojê de di navbera saet 19.30-21.00'an de li dijÎ Girê Gostê û quntarên wê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin.

Di 11'ê Îlonê de di navbera saet 11.30-12.30'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî Gundên Girê Berxan, Bazê, Alantûs û Tobe ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de dêrên dîrokî yên li gundê Bazê Tobê hilweşiyaye.

2. Di 11'ê Îlonê de li navenda Dersimê li dijî herêmên Şakak, Deşt, Askasor û Şehîd Nadîr ji aliyê artêşa dagirker a tirk operaysonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî bi rengê kemîn vedan û keşfê berdewam dike.

3. Di 10'ê îlonê de di saet 22.45'an de li navçeya Hênê ya Amedê di navbera gerîlayên me yê li ser wezîfeyekê bûn û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûna wesayitên zirxî bi dijwarî hatin bikaranîn de 3 rêhevalê me gihîştiye şahadetê. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

Nasnameyên rêhevalên me yê gihîştine şahadetê:

Nasnav: Ferman Amed
Nav û paşnav: Yusuf Sezer
Navê dayik û bav: Yildiz - Abdulselam
Cihê jidayikbûnê: Ferqîn, Amed
Dîrok û cihê şahadetê: 10 Îlon 2012 / Hênê, Amed

Ferman Amed - Yusuf Sezer

Nasnav: Xebatkar Rêber
Nav û paşnav: Saîd Eroglu
Navê dayik û bav: Aysel - İbrahim
Cihê jidayikbûnê: Bismil, Amed
Dîrok û cihê şahadetê: 10 Îlon 2012 / Hênê, Amed

Xebatkar Rêber - Sait Eroglu

Nasnav: Erdal Amed
Nav û paşnav: Turhabî Gurbuz
Navê dayik û bav: Saadet - Aslan
Cihê jidayikbûnê: Seyhan, Edene(Bi eslê xwe ji Erxeniya Amedêyê)
Dîrok û cihê şahadetê: 10 Îlon 2012 / Hênê, Amed

12 Îlon 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê