Ji çapemenî Û raya giştî re!
1. Di encama operasyonên li navçeya Şemizînan a Colemêrgê di 10’ê Îlonê de ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve hatiye destpêkirin de di navbera gerîlayên me û hêzên dijmin de pevçûnên dijwar qewimîne.
12’ê Îlonê saet derdora 16.00, di çalakiya li dijî leşkerên dijmin ên li herêma Nêrkolayê bi cih bûn de ji aliyê gerîlayên me ve hat lidarxistin de 3 leşkerên dijmin hatine kuştin û 4 leşkerên dijmin birîndar bûne. Saet di 17.00 de li devera Şkêrê Spî di encama çalakiya li dijî hêzên dijmin de 2 leşkerên dijmin hatine kuştin. Di navbera leşkerên artêşa dagirker a Tirk ên li Şkêrê Spî bi cih bibûn û dixwestin ber bi girê Masînoryê ve biçin û gerîlayên me de pevçûnek qewimiye. Di vê pevçûnê de 2 leşker hatine kuştin û çawişek pispor birîndar bûye.
Li dijî leşkerên artêşa dagirker a Tirk ên ku li navsera Ewliya bi cih bibûn û dixwestin ji du aliyan ve ber bi pêş ve biçin, ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek ji sê baskan ve hatiye lidarxistin. Piştî çalakiyê pevçûnek dijwar qewimiye. Di vê pevçûnê de 19 leşkerên dijmin hatine kuştin û 6 leşkerên dijminbirîndar bûne. Piştî pevçûnê artêşa dagirker a Tirk bi helîkopterên Kobra û Skorsky, bi obîs û hewanan herêmê bombebaran kiriye û bi vî awayî paş ve vekişiyaye.
Artêşa dagirker a Tirk saet derdora 20.00 bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêma pevçûnê dûr xistiye.
Saet di 18.00 de, li devera Gewrêzînê ya girêdayî navçeya Şemizînanê, di çalakiya ji aliyê gerîlayên me ve li dijî leşkerên artêşa dagirker a Tirk hate lidarxistin de leşkerek dijmin hatiye kuştin. Piştî çalakiyê, artêşa dagirker a Tirk herêmê bi obîs û hewanan bombebaran kiriye. Operasyon û pevçûnên li herêmê berdewam dikin.
Di navbera saet 11.00-18.00’an de di navbera Gever-Oremarê de ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrol kirin, her wiha 70 wesayît hatiye rawestandin û kontrola nasnameyan hatiye kirin, gel jî di derbarê pêvajiyê de hatiye agahdar kirin.
Di 11’ê Îlonê di navbera saet 11.30-12.30 û 22.00-23.00’an de du caran herêmên Kurêmizgeftan, Goste û Ewliya ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên şer hatiye bombekirin. Her wiha Geliyê Nîrkola, Masîro û Gostê jî bidirêjahiya rojê bi obîs û hewana hatiye topbarankirin. Di 11’ê Îlonê di demjimêrên 04.30’an de Çiyayê Çarçela, 12’ê Îlonê di navbera saet 02.30-03.30’an de jî Girê Berxan yê girêdayî Oremar bi helîkopteran hatiye bombekirin.
2. Di 11’ê Îlonê di saet17.30’an de herêmên Xirapbajar çiyayê Çirav yê Şirnexê ji aliyê balefirên artêşa dagirker a Tirk ve hatiye bombebarankirin.
13 Îlon 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê