HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 13'ê Tebaxê de li navçeya Pulumura Dersimê li dijî herêmên Kizilmecit û Kevirê Spî ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyona hatibû destpêkirin hîn jî bi rengê kemîn û keşvê berdewam dike.

2. Di15'ê Tebaxê de di saet 23.40'an de li navçeya İslahiya Dîlokê li ser riya Fermandariya Alayê û girê ewlekariya wê de dozerek ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şewitandin û rûxadin.

3. Di 15'ê Tebaxê de di navbera saet 23.00-24.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî derdora gundên Hergûş û Govendê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî ldiarxistiye. Di encama bombebaranê de rez û zeviyên gundiyan zirar dîtiye herweha hin gundî jî birîndar bûye.

4. Di 16'ê Tebaxê de di saet 18.30'an de li navenda Colemergê li dijî Qereqola Polîsan a Depinê, girê ewlekariya qereqlê digire, lojmanên polîsan, şantiya ku qereqol ewlekariya wê digire ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyên hemwext hatiye lidarxistin. Piştî çalakiya ji 3 baskan hate lidarxistin û hemû hedef bi bandor hate lêdan, 2 saetan pevçûn berdewam kiriye, hêzên dijmin ê xwestiye ji hewa û bejahî de mudaxele bike ji aliyê gerîlayên me ve bi awayeke bandor hatiye lêdan û naçar mane paş de vekişin. Di vê çalakiya hejmara kuştî û birîndarên dijmin ên zelal nebûye, dijmin bi 8 embûlansan kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye. Çiyayê Simbil jî di nav de cihê çalakiyê û derdora wê hîn jî di bin kontrola gerîlayên me de ye. Herweha li herêmê li hin cîhan hîn jî pevçûn berdewam dikin.

5. Di 16'ê Tebaxê de di saet 17.40'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Muduriyeta Ewlehiyê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 4 jê li cihê çalakiyê bi giştî 5 polîsên tevgera taybet hatiye kuştin. Dijmin kuştî û birîndarê xwe bi 5 embûlansan ji herêmê dûr xistiye.

6. Di 16'ê Tebaxê di saet 21.30'an de li Colemergê li ser riya Gever û Esendereyê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatiye rawestandin de nasname hatiye kontrolkirin û gerîlayên me cejna vejînê ya 15'ê Tebaxê li gel pîroz kirine. Di dema venêrînê de TIRek li Kurdistanê bê destûr bazirganiyê dike ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şewitandin û rûxandin.

7. Di 16'ê Tebaxê de li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê li dijî herêma Akdagê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi piştgiriyan helîkopoterên kobrayan bi daxistinan operasyonek hatiye lidarxistin. Artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê bê ser û ber bi hewan û obusan herêm bombebarankiriye, ber bi êvarî jî operasyon bê encam paş de vekişiyaye.

8. Di 16'ê Tebaxê de di navbera saet 18.00-19.00'an de li navenda Dersimê li dijî Geliyê Harçik, Hingirvan, Dokuzkayalar ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan bi dijwarî hatiye bombekirin, pişt re li dijî herêmê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

9. Di 16'ê Tebaxê de di navbera saet 18.00-19.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî Çiyayê Garê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

17 Tebax 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê