Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 13'ê Tebaxê de di saet 20.00'an de li navçeya Pulemura Dersimê li derdora Serhat Çayiri di navbera gerîlayên me û leşkerên arteşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de rêhevaleke me giran birîndar bûye, tevî hemû mudaxeleyan gihîştiye şahadetê. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. PiştÎ pevçûnê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî Kizilmescit û Kevirê Spî operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
Nasnameya hevalê me yê gihîştiye şahadetê;
Nasnav: Firat Xelfetî Nav û Paşnav: Ahmet Tekîn Navê dayik û bav: Emîne - Marûf Cihê jidayikbûnê : Xelfetî, Riha Dîrok û cihê şahadetê: 16 Tebax 2012 / Pulemur, Dersîm |
2. Di 14'ê Tebaxê de di navbera saet 21.00-22.00'an de li navçeya Gevera Colemergê di navbera Taxê Qişla û Orman de ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatiye rawestandin de gerîlayên me nasname kontrol kirine herweha cejna 15'ê Tebaxê ya gelê civiyaye pîroz kiriye.
3. Di 15'ê Tebaxê de di saet 21.15'an de li navçeya Norşîna Bedlîsê li dijî Konaxê Hukumetê û nuqteya polîsan a ewlehiya wê digre ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hedef bi awayekî bandor hatiye lêdan, lê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Dijminê kuştî û birîndarê xwe bi embûlansa ji herêmê dûr xistiye li dijî herêma çalakiyê û derdora wê operasyonek lidarxistiye. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
4. Di 15'ê Tebaxê de di saet 23.00-24.00'ân de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Qeladizê li dijî herêmên Kanî Cengê, Kortek, Şehîd Savaş û Girê Hîva yê bi ser Qendîlê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
5. Di 15'ê Tebaxê de di navbera saet 09.30-19.30'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Garê, Gostê, Geliyê Ava Hecibegê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye lidarxistin.
6. Di 15'ê Tebaxê de di navbera saet 23.00-24.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Sîdekayê li dijî Evdilkovî û Gundê Arê yên bi ser Xakurkê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
7. Di 15'ê Tebaxê de di navbera saet 16.00-16.30'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Mêrgê, Hopê, Girê Xwedê û Gundê Şîrvanê bi ser Zagrosê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
16 Tebax 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê